Hewlêr û Urmiye rêkeftinekê îmze dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê û Parêzgarê Urmiyê li ser 14 xalan ji bo tevgera bazirganiyê û firehkirina pêwendiyên aborî li hev kirin.
Şandeke Herêma Kurdistanê ku ji Parêzgarê hewlêrê, Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêmê û Îranê, Rêveberê Gumrika Hacî Omeran û Berpirsê Pêwendiyan li Parêzeha Urmiya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatibû li gel Parêzgar û berpirsên Komara Îranê civiya û rêkeftinek ji 14 xalan îmze kir.
Li gor daxuyaniyeke Parêzgeha Hewlêrê, di civîna di navbera Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Parêzgarê Azerbeycana Rojava (Urmiye) Mihemed Sadiq Mutemedyan de, duhî 26/12/2021ê, li ser rêkeftineke aborî ya ji 14 xalan îmze kir.
Hin xalên rêketinê:
- Her du alî asankariyan ji bo firehkirina tevgera bazirganiyê dikin û dê ji bo mebestê jî, kompanyayên hevbeş ya veguhastinê pêk bînin.
- Her du aliyan amadehiya xwe nîşan dan ji bo firehkirina sektora geştiyarî, vekirina pêşangehên bazirganî, pisporî, rewşenbîrî û werzişî.
- Her du alî dê navçeyên pîşesazî yên hevbeş li sînorê parêzgeha Hewlêrê û parêzgeha Urmiyê pêk bînin, piştî ku wezaretên pêwendîdar ên her du aliyan lêkolînên xwe bikin.
- Biryar hat dayîn ku civîneke hevbeş di navbera rêveberiya firokxaneyên Hewlêr û Urmiyê bê kirin, ji bo aktîvkirina geştên asmanî di navbera her du bajaran de.
- Her du aliyan soz dan ku zanyariyên pêwîst li ser rênimayên kalîteya kontrolkirinê bidin hevdu.
- Her du aliyan li hev kirin ku karûbarên bazirganî û geştiyariyê li deriyê sînorî Temeçîn – Hacî Omeran 24 demjimêr bin.