PKKê teqandina boriya petrola Kurdistanê girte ser xwe

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku ser bi PKKê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî teqandina boriya petrolê ya li Mereşê girte ser xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) teqandina boriya petrolê ya li Mereşê girte ser xwe.

Medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand; Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku ser bi PKKê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiriye ku boriya petrolê ya li navçeya Pazarcik a Mereşê bi teknîkeke taybet îmha kirine.

Herwiha hatiye gotin: “Milîs û gerîlayên HBDH'ê her kêliyê û li her cihî hêza xwe ya çalakiyê birêxistin dike. Çalakiya me ya li Mereşê ji bo hilanîna tola gelên me yên bindest, çîna karker, kedkar, berxwedêrên li zindanan û tolhildana bi dehan şoreşgerên ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin, pêk hatiye. Haya gerîlayên HBDH'ê ji her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê û hevkarên wê heye. Wê hesabê komkujiyên ku wan kirine bipirse û planên wan ên komkujiyan têk bibe. Ti hesab wê bêbersiv nemîne. Ji niha û pê ve bila bê zanîn; kî zilmê li gel bike, li şoreşgeran bixe, hewl bidin rûmeta kedkaran binpê bikin û yên piştgiriyê didin faşîzmê, wê gerîla û milîsên HBDH'ê li hemberî xwe bibînin.”

Duh 18ê Çileya 2022yan li taxa Narli ya navçeya Pazarcik a parêzgeha Mereşê boriya xeta petrolê teqiyabû. Şewata ku piştî teqînê derket, gihîştibû ser rêya Mereş – Dîlokê.