Heyder Şeşo: Armanca PKKê li her derên Kurdistanê têkdana aramiyê ye

"PKK naxwaze xelkê Şingalê vegerin ser cih û warê xwe."
Fermandarê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşo
Fermandarê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşo

Hewlêr (K24) – Fermandarê Hêzên Êzidxanê Heyder Şeşo ragihand; armanca PKKê li her derên Kurdistanê têkdana seqamgîrî û aramî ye û naxwaze xelkê Şingalê vegerin ser cih û warê xwe û dibêje: “PKK ajendaya welatên din cîbicî dike.”

Heyder Şeşo beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û diyar kir; PKK derfet dide destê Tirkiyê, ku Şingalê bombebaran bike û kesên ji vê yekê zirar dibînin, tenê Şingalî û Êzidî ne.

Fermandarê Hêzên Êzidxanê li ser pêwendiya navbera PKK û Heşda Şeibî û berjewendiyên wan ên hevbeş destnîşankir; plana wan her du aliyan ew e ku xelkê Şingalê li Şingalê nemînin. Plana Heşda Şeibî ew e ku sînorê Sûriyê kontrol bike, ku beriya niha plana Hîlala Şîe hatiye danîn.

Heyder Şeşo eşkere kir; li aliyê din PKK jî wê derfetê dide Tirkiyê ku çiyayê Şingalê bombebaran bike û xelkê Êzidî bibin qurbanî. Kesên ku zirarê dibînin, her xelkê Êzidî ye.

Li ser pirsa "Tevî ku PKK îdia dike ku xelkê Êzidî diparêze, lê di heman demê de nahêle Rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin, gelo PKK çi ajendayekê cîbicî dike?" Heyder Şeşo diyar kir; dema PKK hat, ji bo perjewendiyên partiya xwe hatin, ne ji bo xatirê parastina Êzidiyan, delîl jî ew bû ku dema hatin, bi îtifaq derbasî Şingalê bûn.

Şeşo dibêje: “Birastî PKK xelkê Şingalê û Êzidiyan naparêze, PKK berjewendiyên xwe û welatên ku piştevaniya wê dikin, diparêze.”