Mesrûr Barzanî bo Wezîrê Navxwe û Pêşmerge: Rêkarên parastina Herêma Kurdistanê tundtir bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe re dawî guhartinên Iraq û Sûriyê yên taybet bi gefên teroristên DAIŞê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23/1/2022an bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed re dawî guhartinên Iraq û Sûriyê yên taybet bi gefên teroristên DAIŞê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe ji zêdebûna êrîş û gefên teroristên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li girîngiya bihêzkirina hêlên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên teroristan kir.

Destnîşan kir jî, ji bo vê armancê û ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, pêwîst e pêwendî bi Hikûmeta Federalî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re berdewam bin.