Firokeyên Tirkiyê binkeyên PKKê yên li Şingalê bombebaran kirin

Kuştî û birîndar hene.

Şingal (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şingalê binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bombebaran kir.

Nûçegihanê K24ê li Şingalê ragihand; firokeyên Tirkiyê bi dehan êrîşên esmanî li ser binkeyên PKKê yên li deverên Bab Şilo, Çil Mêra û Bare yên li çiyayê Şingalê encam dan.

Herwiha ragihand; li gor zanyariyên destpêkê, di vê êrîşê de kuştî û birîndar hene, lê belê hejmara wan hîn ne diyar e.

Ev di demekê de ye, çend xulek berê, firokeyên şer ên Tirkiyê heft caran li ser hev êrîş kirin ser binkeyên PKKê yên li deverê û ji nava Mexmûrê jî agirê mûşekan hatine dîtin.